Serok Barzanî: Neteweya Kurd 100 salî hat înkarkirin, Kurdan jî 100 salî li ber xwe da

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêncemîn Korbenda Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro 22-11-2024an li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dest pê kir.
Serok Barzanî li Korbenda MEPS2024 di gotarekê de behsa pirsa Kurdî kir û got: “Em hemû dizanin ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ev herêm ji nû ve hat parvekirin. Ez bawer nakim ku bi dilê ti miletekî bû, ne Kurd, ne Ereb, ne Tirk, ne Faris, lê ev rewşek bû ku hat ferz kirin.”
Herwiha Serok Barzanî got: “Lê li vir zordestiyeke mezin li kurdan hat kirin û neteweya Kurd 100 salî hat înkarkirin. Kurdan jî 100 salî li ber xwe da, ne înkarkirina hebûna Kurdan bi ser ket, ne jî Kurdan karîbû vê rewşê biguherin, ev jî ji me re dibêje ku divê em berê xwe bidin çareseriyeke aştiyane, biratî û rêzlihevgirtin.”