Altan Tan: Derketina Ocalan û banga wî giring e

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Altan Tan dibêje, “li Tirkiyeyê niha proseyeke nû heye, lê ne wek ya berê ye. Tiştê herî girîng ev e ku dibêjin dê Ocalan ji zîndanê derkeve û banga xwe bike.”
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Altan Tan îro 22ê Mijdarê li Dihokê beşdarî civîna Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) bû.
Altan Tan ji K24ê re got: “Ne ne wek ya deh sal berê be jî, dewlet dixwaze tiştekî nû bike. Tiştê tê gotin, dê Abdulla Ocalan derkeve û biaxive. Derketina Ocalan û banga wî giring e. Lê niha hin alî û PKK jî ji wan dibêjin ku ev listik e, xapandin e. Gelo Kurd ewqas bêçare û nezanin dê werin xapandin.”
Herwiha Altan Tan got: “Divê destpêkê Abdulla Ocalan banga xwe bike û emê li benda helwesta aliyan bin. PKK dê çi bibêje, dewlet çi bibêje, Amerîka û Ewropa dê çi bibêjin, girîng e. Piştî banga Ocalan dê gelek tişt diyar bibin, ewên guh bidin Ocalan li gel dewletê dê bimeşin û ewên din jî dê berê xwe bidin rêyeke din.”