Mesrûr Barzanî: Em qet destan danahêlin, ev çîroka me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje: “Tevî astengiyên li ser rêya me, em di pêşveçûn û geşekirinê de berdewam dibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Mijdarê li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Tevî astengî û gumanên li ser rêya me, em bi xweragirane di pêşveçûn û geşekirinê de berdewam dibin.”

Herwiha got: “Em qet destan danahêlin, ev çîroka me ye.”