Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Korbenda MEPSê: Biryarên Amerîkayê bandorê li cîhanê û me jî dikin
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/1732366980_kurdistan24.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Mijdarê di roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de li Duhokê, di hevdîtineke taybet de pîrozbahî li Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump kir û ragihand, “Biryarên ku li Amerîka tên dayîn, bandorê li ser cîhanê, Rojhilata Navîn, Herêma Kurdistanê û Îraqê dikin.”