Mesrûr Barzanî li MEPSê: Em naxwazin Îraq bo nav şerê deverê bê rakêşan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Em ji ber wan şerên niha li devera Rojhilata Navîn hene nîgeran in, em naxwazin Îraq bibe pareke wî şerî û em dê hemî bizavan ji bo wê meremê bikin.”