Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Korbenda MEPSê: Gefên DAIŞê bidawî nehatine
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê hatine û em wesa dibînin ku heta niha jî gefên terorê berdewam in û DAIŞ her maye.”