Mesrûr Barzanî li MEPSê: Me peywendiyeke gelek baş bi Amerîkayê re heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Me peywendiyeke gelek baş bi Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê re heye û em dixwazin ji hemî aliyan ve peywendiyên xwe yên dualî pêş bêxin.”