Mesrûr Barzanî li MEPSê: Hikûmeta Îraqê qerebûya rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê nekiriye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Korbenda MEPSê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Korbenda MEPSê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Ji ber rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, heta niha bi zêdetirî 20 milyar dolaran zirar gehiştiye xezîneya Îraqê û heta niha qerebûya me nekiriye. Ji bilî vê yekê jî, her meh mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve tên paşxistin.”