Mesrûr Barzanî li MEPSê: Peywendiyên me bi Rûsyayê re gelek baş in

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya hevdîtineke taybet de li roja duyê ya gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li bajarê Duhokê amaje da, “Peywendiyên me yên aborî û siyasî bi Rûsyayê re gelek baş in û gelek kompaniyên Rûsyayî di warê petrol û gazê de li Herêma Kurdistanê kar dikin.”