Mesrûr Barzanî: Me di salên borî de bizav kiriye rolekî zêdetir bidin jinan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragehand, “Mixabin Îraqê nekariye şiyanên xwe yên herî baş ji bo giringîdana bi mafên jinan û wekheviyê diyar bike, lê rewş li Herêma Kurdistanê gelek cuda ye, me bizav kiriye ku rolekî zêdetir bidin jinan. Me derfetên wekhev peyda kirine, jinan jî mil bi milê mêran li wezaret û fermangehên hikûmî rol heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) di çarçoveya tevlîbûna xwe di paneleke Korbenda MEPSê de amaje da, “Hin sedem hene ku bandor li ser sinordarkirina mafên jinan heye, wekî hejarî û nexwîndewariyê. Ev jî berbelav e ku di dema salên borî de Îraqê nekariye şiyanên xwe yên herî baş di wî warî de diyar bike. Em dibînin ku rêjeya nexwîndewariyê bilind e, ev jî ji bo jinan xirab e û nebûna baweriyê ye.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Em li Kurdistanê di rewşeke cuda de ne. Eger tu berê xwe bidî dîroka me, jinan berdewam azadiyeke zêdetir hebûye. Me bizav kiriye ku zêdetir hêz û desthilatê bidin wan û tevlîbûna wan di wezaret û fermangehên hikûmetê de zêdetir bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Hejmareke perlemanteran jin in, gelek ji wan jî di kabîneya nehê de post pê hatibûn dan. em bizavên dikin ku derfetên wekhev bixin ber destê wan . ez di wê pirsê de gelek hestiyar im. Ez behsa mafên jinan nakim, ez behsa mafê wekheviyê dikim ku ivê bi mêran re hebe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Divê em mafên hemiyan biparêzin, divê hemiyan mafên wekhev hebin. Xelkek li kertê giştî û kertê taybetî ne, me niha li Perlemanê qanûnek ji bo gerentîkirina mafê fermanberan li kertê taybet derbaz kiriye, ji bo ku dema ew digehin jiyê xanenişîniyê bên gerentîkirin û mûçe jê re bên dan û tirs ji kertê taybet nebe, ku ev jî ji bo xelkekê zêde palder e ku li pey karkirina li kertê hikûmî gêj nebin, belkî li kertê taybet berê xwe bidin karî.”