Mesrûr Barzanî serexweşiyê li binemala hunermend Zahir Ebdila dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wexera dawiyê ya hunermend Zahir Ebdila, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li binemala wî dike û dibêje, “Zahir Ebdila hunermendekî welatperwer bû û xizmeteke zêde ji bo hunerê şanoyê û sînemaya Kurdî kiriye, herwesa kesatiyekî hunerî yê diyar ê bajarê Hewlêrê jî bû.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024) behînameyek arasteyî binemala hunermend Zahir Ebdila kir. Di wê behînameyê de hatiye, “Ez ji dil serexweşiyê li we dikim, ji ber wexera dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Zahir Ebdila.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê behînameyê deamaje jî daye, “Zahir Ebdila hunermendekî welatperwer bû û xizmeteke zêde ji bo hunerê şanoyê û sînemaya Kurdî kiriye, herwesa kesatiyekî hunerî yê diyar ê bajarê Hewlêrê jî bû.”
Herwesa di pareke din a wê behînameyê de hatiye, “Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wî.”