Rêber Ehmed: Hin alî dixwazin Iraqê bikşînin nav şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê dibêje, nabe Iraq bibe cihê çareserkirina pirsgirêkên cîran û welatên dûr.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji K24ê re ragihand, wan li Iraq, Tirkiye û Îranê gotûbêj kirine ku nabe Iraq bibe cihê metirsiyê li ser cîran û welatên din.Hemû aliyan jî pêşwazî li van peyaman kirin.
Rêber Ehmed got jî, hinek aliyên li derveyî çarçoveya dewleta Iraqê, reftaran dikin ku Iraqê dikişîne nav şer.