Putin û Erdogan gengeşeyan li ser çend pirsan dikin

Putin û Erdogan
Putin û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê û Serokê Tirkiyeyê bi rêya tilefonê diaxivin û li ser çend pirsên niha gengeşeyan dikin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Koçka Kremlinê îro (Yekşem, 24.11.2024) parve kir, “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya tilefonê axiftin û berdewamî da danûstandinên 23ê Cotmeha borî yên Kazanê.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Pirsên niha û karnameya dualî ji bo hevahengiya aborî û bazirganî bi hûrî hatin behskirin. Herwesa bi liberçavwergirtina rewşê, peywendî li ser tevaya kertan berdewam dibin.”

Herwesa gengeşe li ser hejmareke pirsên navdewletî jî hatin kirin.

 
Fly Erbil Advertisment