Komkara Erebî piştevaniya Îraqê dike

Komkara Erebî
Komkara Erebî

Navenda Nûçeyan (K24) - Komkara Welatên Erebî bizavên Israîlê ji bo berfirehkirina bazineyê şerî li Rojhilata Navîn şermezar dike û piştevaniya xwe ji bo Îraqê jî tekez dike.

Komkara Welatên Erebî îro (Yekşem, 24.11.2024) li ser daxwaza Îraqê ji ber gefên Israîlê yên li ser Îraqê civîneke bilez kir.

Komkara Welatên Erebî piştî wê civînê ragehandinek parve kir û amaje da, “Em bizavên Israîlê ji bo berfirehkirina bazineyê şerî û gefên wê yên li ser Îraqê şermezar dikin û piştevaniya xwe ji bo Îraqê tekez dikin.”

Komkara Welatên Erebî gotinên nûnerê Israîlê li Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li dijî Îraqê wekî pêngavek ji bo berfirehkirina bazineyê şerî û dagirkariyê li Rojhilata Navîn hesiband.

Her di wê civînê de tekez li ser pêdivîtiya bicihanîna rêkarên cidî û bilez ji bo rawestandina pêşveçûnên berdewam ên şerî li Rojhilata Navîn hat kirin, ew jî pêxemetî parastina aştî û ewlehiya navdewletî.

Herwesa Komkara Welatên Erebî biryarnameyek jî derxist ku, daxwaz ji Sikirtêrê Giştî yê Komkara Welatên Erebî kiriye ku nameyekê ji bo Civata Ewlehiyê ya Navdewletî bişînin ku tekezê li ser helwestê neguher ê wê komkarê ji bo piştevaniya Îraqê li beranberî gefên Israîlê û herwesa redkirina tometên Serokwezîrê Israîlê bike.