Dengekê bihêz li Erbetê hat bihîstin û welatiyên wê tûşî tirsê bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Dengekê bihêz li Erbetê hat bihîstin ku welatiyên wê tûşî tirsê bûn. Li dû zanyarên destpêkî jî, ew dengê bihêz ê erdhejê bû.
îro (Yekşem, 24.11.2024) li nahyeya Erbetê ya bajarê Silêmaniyê dengekê bihêz hat bihîstin û tirs li cem welatiyan peyda kir, bi awayekî ku wesa kiriye welatî ji malên xwe derbikevin.
Birêveberê Nahyeya Erbetê Daban Mihemed ji K24ê re ragehand, “Dengekê bihêz li Erbetê hat bihîstin û welatiyên wê tûşî tirsê bûn, ku dengê erdhejê bû, lewma dema welatiyan hest bi erdhejê kir, ji malên xwe derkeftin.”