Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî li nêzîk bo rûniştina yekê ya Perlemanê fermanê derdixe

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Serokê Herêma Kurdistanê li paşerojeke nêzîk fermanê ji bo birêveçûna rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê derdixe.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Yekşem, 24.11.2024) di daxuyaniyekê de ragehand, “Îro Komisyona Bilind a Hilbijartinan bi nivîsareke fermî Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pejirandina encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê haydar kir.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di derheqa rêkarên piştî pejirandina encaman de jî ron kir ku, li dû qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, li paşerojeke nêzîk Serokê Herêma Kurdistanê fermanê ji bo birêveçûna rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê derdixe.

Civata Komisyaran a girêdayî Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pejirandin, her îro bi nivîsareke Civata Komisyaran nivîsara pejirandina encamên hilbijartinan bi awayekî fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, piştî 10 rojan û temam di roja 11ê ya pejirandina encaman de, divê perleman rûniştina xwe ya yekê bike, ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, PDK ji sibe dest bi danûstandinên bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re dike.

Berpirsê Desteya Hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Kom Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Neberd Omer ji K24ê re ragehand, “Civata Komisyaran a girêdayî Komisyona Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê pejirandin, amaje jî da, îro bi nivîsarekê Civata Komisyaran nivîsara pejirandina encamên hilbijartinan bi awayekî fermî arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.

Şêwirmendekî qanûnî yê Perlemana Kurdistanê radigehîne, piştî pejirandina encamên hilbijartinan, divê Serokê Herêma Kurdistanê mersûmekê ji bo rûniştina yekê ya Perlemanê derbixe. Eger ew mersûm dernexist, divê Perleman li roja 11ê seet 12ê nîvro ji bo rûniştina yekê bicive.

Çavdêrekî siyasî jî radigehîne, “Danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê bi awayekî nerasterast hatine destpêkirin, divê PDK û YNK li ser destpêkirina danûstandinan cidî bin û postên Perlemanê û hikûmetê û karnameya Kabîneya Dehê dibin yek pakec.

 
Fly Erbil Advertisment