Serokwezîrê Îraqê: Israîlê gef li me kirine û em lidûçûnê jê re dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Duşem, 25.11.2024) di merasîmên 100 saliya diplomasiya Îraqê de amaje da, “Gelek girjî û alozî li Rojhilata Navîn hene û hemî bizavên me ji bo wê yekê ne ku, welatê me nebe parek ji wî şerî.”
Mihemed Şiya Sûdanî eşkere jî kir, “Hikûmeta Îraqê her zû daxwaza bidawîhatina şerî li Libnan û Filistînê, parastina xelkê sivîl û rêgiriya li berfirehbûna wî şerî kiriye.”
Navbirî amaje jî da, “Israîlê bi hin behaneyên derew gef li Îraqê kirine û niyeta xwe ya şerxwaziyê diyar kiriye, me jî li beranberî wê kar ji bo wê yekê kiriye ku Îraq nebe çavkaniya çi êrîşan (li ser Israîlê).”
Serokwezîrê Îraqê herwesa got, “Me Wezareta Derve raspartiye ku li ser astê navdewletî lidûçûnê ji bo gefên Israîlê bike, bi meema rêgiriya li bizavên Israîlê ji bo zêdetir hilêxistina şerî li deverê.”