Mesrûr Barzanî: Mamostayên Kurdistanê erkê xwe bi dilsozî bi cih aniye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya mamostayên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, “Mamostayan di demên dijwar de nehişt piroseya xwandinê raweste.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 26.11.2024) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Ez bi vekirina neh avahiyên nû yên baxçe û dibistanên hikûmî li Hewlêrê dilxweş bûm, ku çar hezar û 500 xwendekar feydeyî jê werdigirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya mamostayên Herêma Kurdistanê kir û got, “Mamostayan di demên dijwar de nehişt piroseya xwandinê raweste.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Mamostayên Herêma Kurdistanê erkê xwe bi dilsozî bi cih aniye.”
Today, we opened eight new schools and a kindergarten, giving more than 4,500 Kurdistani students a modern space to learn, grow and innovate. pic.twitter.com/hzBVfAGN92
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) November 26, 2024