Dilşad Şehab: Em îro dest bi danûstandinan dikin û diçin Silêmaniyê

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Danûstandinan a PDKê bi awayekî fermî dest bi danûstandinên girêdayî pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û bi hemî aliyên siyasî re dicive.

Endamê Şanda Danûstandinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Dilşad Şehab di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Şanda PDKê îro (Çarşem, 27.11.2024) bi merema danûstandinan bi aliyên siyasî re ji bo pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Silêmaniyê dike.”

Dilşad Şehab ku herwesa endamê Komîteya Navendî ya PDKê ye amaje jî da, “Me peywendî bi hemî aliyên siyasî re kiriye û em dê bi wan hemiyan re bicivin, xwe yên ku opozisyonbûna xwe jî ragehandiye.” Ron jî kir, “Eger me nekarî îro bi hemî aliyan re bicivin, em dê sibe û rojên di dû re civînên xwe berdewam bikin.”

Navbirî herwesa got, “Me dixwest li dû rêzbendiya kursiyan û destkeftiyên hilbijartinan bi aliyên siyasî re bicivin. Me dixwest li destpêkê bi Nivîsîngeha Siyasî ya YNKê re bicivin, lê ji ber amadenebûna tevaya endamên wê, em îro nikarin bi wan re bicivin. Bi piştrastî ve em di peywendiyê de ne û di rojên bê de civîna me dê hebe.”

Endamê Şanda Danûstandinan a PDKê eşkere jî kir, “Hemî aliyên siyasî amadebûna xwe diyar kiriye ku bi me re bicivin, û berpirsyarîtiyeke hevpar li ser milên me tevan e.”

Dilşad Şehab tekez jî kir, “Deriyê PDKê li ber hemî aliyên siyasî vekiriye û em dixwazin hikûmeteke berfireh pêk bînin.” Herwesa got, “Yek ji bingehên pêkanîna Kabîneya Dehê rêzgirtina li destkeftiyên hilbijartinan e û PDK jî serkeftiya yekê ye, divê di dema danûstyandinan de rêz li dengê welatiyan bê girtin.