Îraq pêşwaziya agirbesta şerê Libnan û Israîlê dike
Wezareta Derve ya Îraqê: Divê pêngavên cidî û bilez bo rawestandina şerî li Xezzeyê bên avêtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îraqê pêşwaziya ragehandina agirbesta navbera Israîl û Libnanê dike, herwesa hêvîdar e ew lihevkirin wan tundûtîjî û nexweşî û wêrankariyan bidawî bîne yên ku hevrûşî xelkê Libnanê bûne.
Wezareta Derve ya Îraqê di ragehandinekê de, zêdebarî pêşwaziya ragehandina agirbesta şerî, helwesta Hikûmeta Îraqê ya Federalî jî ji bo alîkarî û piştevaniya hikûmet û xelkê Libnanê diyar kir, herwesa tekezê li ser helwesta neguher a Hikûmeta Îraqê ji bo piştevaniya hemî bizavên navdewletî ji bo peydakirina seqamgiriyê kir.
Herwesa tekez li ser giringiya zêdekirina bizavên navdewletî ji bo rêgirtina li serhildana aloziyan û gerentîkirina jiyaneke hejî ji bo xelkê Libnanê kir, ji bo vê yekê jî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku pêngavên cidî û bilez ji bo rawestandina wê kuştin û dijminkariya ku li dijî xelkê Filistînê li Xezzeyê berdewam e biavêje.
Piştî borîna zêdetirî salekê ji şer û pêkdadanên navbera çekdarên Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê, li dawiyê bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera her du aliyan de lihevkirin li ser agirbesteke dumehî hat kirin, û seet çarê serê sibeha îro bi dema Beyrûtê lihevkirina wê agirbestê hat bicihanîn.
Li dû çavkaniyên nûçeyan, tevî ku heta piştî bicihanîna agirbestê jî balafirên şerî yên Israîlê li hindav başûrê Libnanê dizivirîn jî, lê êrîşên asmanî û pêkdadanên meydanî bi temamî hatine rawestandin. Artêşa Israîlê jî tekez kiriye ku divê ew gundên li deverên sinorî yên başûrê Libnanê hatine destnîşankirin bên berdan.
Her di derheqa agirbesta navbera Hizbulaha Libnanî û artêşa Israîlê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di peyamekê de helwesta Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşwaziya rawestandina şerî û bicihanîna wê agirbestê ragehand.
Îsmaîl Beqayî herwesa amaje da, “Em pêşwaziya bidawîanîna binpêkariyên dijminatiya rijêma Israîlê li ser Libnanê dikin, di eynî demê de piştevaniya me ji bo hikûmet û xelkê Libnanê û Miqawemeyê dê berdewam be û nayê guhertin.”