Şemiya bê karnameya rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê tê parvekirin

Dîmenekî rûniştineke Perlemana Kurdistanê / Erşîfê Perlemanê
Dîmenekî rûniştineke Perlemana Kurdistanê / Erşîfê Perlemanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şemiya bê karnameya rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê tê parvekirin, ku li roja Duşemê tê lidarxistin.

Berpirsê Ragehandinê yê Perlemana Kurdistanê Saman Ehmed îro (Çarşem, 27.11.2024) ji K24ê re ragehand, tevaya amadekariyan ji bo rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kirine.

Saman Ehmed herwesa got, “Em li roja Şemiyê, 30.11.2024, bernameya karê rûniştina yekê ya Perlemana Kurdistanê parve dikin, ku li roja Duşemê, 02.12.2024, tê lidarxistin.

Kî serokatiya rûniştina yekê ya Perlemanê dike?

Li dû benda yekê ya madeya 11ê ya peyrewê navxwe, Perleman rûniştina xwe ya yekê bi serokatiya biemirtirîn kandîdê hilbijartî yê amadebûyî bi rê ve dibe.

Li dû benda duyê ya wê madeyê, biemirtirîn kandîdê hilbijartî yê amadebûyî ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Perlemanê ve tê vexwandin, dibe serokê rûniştina yekê, erkê wî tenê dê birêvebirina rûniştina yekê û hilbijartina desteya serokatiyê be.

Sonxwarina kandîdên hilbijartî yên Perlemanê

Li dû madeyên 12 û 13 yên peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê, sondxwarina kandîdên hilbijartî dê bi vî awayî be:

Benda yekê ya madeya 12ê: Serokê rûniştina yekê li beranberî Perlemanê sonda qanûnî dixwe.

Benda duyê ya madeya 12ê: Kandîdên hilbijartî li beranberî Perlemanê sonda qanûnî dixwen.

Benda sêyê ya madeya 12ê: Kandîdên hilbijartî li beranberî Perlemanê sonda qanûnî dixwen.

Sondxwarina qanûnî ya serokê rûniştina yekê û kandîdên hilbijartî dê bi vî awayî be:

“Ez bi Xudayê mezin sondê dixwem ku berjewendiya gelê Kurdistanê û yekîtiya ax û gel û şko û maf û azadiyên welatiyan û samanên giştî biparêzim û erkê endametiyê bi rastî û dilsozî bi cih bînim.”

Benda çarê ya madeya 12ê: Her kandîdekî hilbijartî bi naveroka wê sonda qanûnî ya di madeya 12ê de hatiye pabend nebe, divê wê sondê dubare bike.

Benda yekê ya madeya 13ê: Li roja sondxwarinê ya qanûnî, kandîdê hilbijartî dibe endam û wesa tê hesibandin ku dest bi karî kiriye û dê tevaya mafên endametiyê hebin û hemî erkên endametiyê dsikevin ser milên wî.

Benda duyê ya madeya 13ê: Eger kandîdê hilbijartî bê behaneyên rewa di rûniştina yekê de ji bo dema 30 rojan sond nexwar, mafê sondxwarina qanûnî namîne.

 
 
Fly Erbil Advertisment