Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – P olîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî dicive û civîna yekem a parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû gotûbêj dike.

Li gor zanyariyên K24ê, di civîna Polîtburoya PDKê de guftûgo li ser serdanên şanda taybet a PDKê bo aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya dehem tê kirin.

Herwiha di civînê de, rewşa navxwe ya Iraqê û pêşhatên Rojhilata Navîn jî dê bên gotûbêjkirin.

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna kabîneya dehem, duhî Çarşemê li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Gorranê û Newey Niwê re civiyabû.

Pêştir Berpirsê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed ji K24ê re ragehandibû, hemû amadekarî bo yekem rûniştina xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin ku dê roja duşemê 02-12-2024an bê kirin.