Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî tevlî ahenga damezrandinê ya Zanînngeha Amerîkayî dibin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ahenga salvegera damezrandinê ya Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê tê kirin.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Yekşem, 01.12.2024) seet 05:00 li bajarê Hewlêrê ahenga salvegera dehê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê tê kirin.

Li dû karnameya birêveçûna wê ahengê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 10ê ya damezrandina Zanîngeha Amerîkayî de gotarekê pêşkêş dike.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê li sala 2014ê hatiye damezrandin û heta niha şeş gerên derçûyan bawername jê wergirtine û zêdetirî 700 derçûyan li pişkên cuda cuda hene, ku li roja Yekşemê (02.06.2024) ahenga gera şeşê ya derçûyên wê hat kirin.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ji çar kolîj û 10 pişkên zanistî yên cuda pêk tê, wekî bazirganiya kar, zanistê kompûterê, dîzayna navxwe, siyaseta giştî, medya û peywendî, peristarî û endazyarî. Bawernameyên vê zanîngehê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ve bawerpêkirî ne û yek ji zanîngehên ast bilind û naskirî yên Îraq û deverê ye.