Balyozê nû yê Îtalyayê: Em bi giringî li pêwendiyên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê nû yê Îtalyayê li Iraqê dilxweşiya xwe bi yekem serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku welatê wî giringiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê nû yê Îtalyayê li Iraqê Niccolo Fontana kir.
Diyar kir jî, di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatin û pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Îtalyayê li Iraqê kir û hemû hevkarî û piştevaniya xwe û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji ji bo serxistina erka wî diyar kir. Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe yên ligel Îtalyayê bi pêş ve bibe.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Îtalyayê dilxweşiya xwe bi serdana xwe ya yekem bo Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo piştevaniya wî. Herwiha tekezî li wê yekê kir ku welatê wî bi giringî li peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dinêre, ji bo vê jî dê kar di her warî de ji bo xurtkirina pêwendiyan bike.”
Pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa Sûriyeyê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.