Careke din yekalîkirina skalaya pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê hat paşxistin

Civata Parêzgeha Kerkûkê
Civata Parêzgeha Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Careke din Dadgeha Kargêrî ya Bexdayê biryardana li ser skalaya pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê ji bo 24ê vê mehê paş xist.

Serokê Firaksiyona PDKê li Civata Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd îro (Çarşem, 04.12.2024) ji peyamnêrê K24ê Soran Kameran re ragehand, “Dadgeha Kargêrî ya Bexdayê biryardana li ser yekalîkirina skalaya girêdayî pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê û Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo 24ê vê mehê paş xist, ji ber ku dadwerî daxwaz kiriye ku tevaya belgeyan bên komkirin, ji bo ku biryara dawiyê li ser bide.”

Ew skala ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bereyê Erebî û Bereyê Tirkmenî ve hatiye tomarkirin û ev cara pêncê ye ku biryardan li ser wê skalayê tê paşxistin.

Encamê Rûniştina Hotela Reşîdê

Li şeva Şemî, 10.08.2024ê, bê tevlîbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.

Berî ew rûniştin bê kirin, firaksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Bereyê Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Civata Parêzgeha Kerkûkê di sê ragehandinên cuda cuda de red kir ku, tevlî wê rûniştinê bibin û ew wekî rûniştineka “neqanûnî” binav kir.