Serok Barzanî tekezê li ser dostîniya gelê Kurdistanê û Îmaratê dike

Serok Barzanî û Ebdila Meter Mezrûhî
Serok Barzanî û Ebdila Meter Mezrûhî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 04.12.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê Ebdila Meter Mezrûhî kir.

Balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê di wê hevdîtinê de dilxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re diyar kir û silavên taybet ên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan gehandin Serok Barzanî.

Balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê herwesa pesna gelê Kurdistanê û hikûmet û dezgehên Herêma Kurdistanê kir, ji ber dabînkirina seqamgiriyê û bizav û tekoşanê ji bo vejandinê û avedaniyê.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve bi germî bixêrhatina Balyozê nû yê Îmaratê li Îraqê kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwast. Serok Barzanî aqiliyet û dilgermiya serkirdetiya Îmaratê ji bo avedanî û pêşxistina welatî bi awayekî nimûneyî wesifandin.

Serok Barzanî tekez li ser dostînî û nêzîkiya navbera gelê Kurdistanê û gel û serkirdetiya dewleta Îmaratê kir, herwesa daxwaz jî kir ku peywendî û dostîniya navbera her du aliyan kûrtir û berfirehtir bibe.