Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê guftûgo dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Berçile pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu amade bû, guftûgo derbarê pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî û guhertinên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.
Balyozê Tirkiyeyê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinan û yekemîn rûniştina xula şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir û her du alî li ser giringî û pêwîstiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.
Şer û pevçûnên li Sûriyeyê û pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê, mijareke din a guftûgoyên hevdîtinê bû.