Serok Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê pêwendiyên dualî gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Berçile pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan kir.
Di hevdîtinê de, proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên piştî hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.
Her di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser peywendiyên dualî û tekezî li ser hevahengî û pêşxistina pêwendiyan hate kirin.
Pêşhatên dawî yên li navçeyê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.