Ebdî: Li Helebê danûstanên hêzên me bi Heyet Tehrîr El-Şam re hene
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/1733497370_kurdistan24.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê giştî yê HSDˈê dibêje: “Pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê, tevgereke bilez ji bo parastina sivîlan pêwîst dike û got "Em ê hemû gelên herêmê biparêzin.”
Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 6ê Berçile li Hesekê di daxuyaniyekê de da zanîn, tevgereke çekdarên DAIŞˈê li beyabana Sûriyeyê heye û got: “Em ji gelê xwe yê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dibêjin bila dilê we rehet be. HSD amade ye tevahî gelên herêmê biparêze.”
Ebdî da zanîn, hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve hilweşiyane û got: “Rewşa niha ya li Sûriyeyê, pêwîstiya wê bi tevgereke bilez a ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiyê li herêmên bakur û rojhilat heye.”
Ebdî derbarê rewşa li Reqa û Dêrazorê de jî diyar kir, piştî vekişîna hêzên rêjîma Sûriyeyê, tevgerên çekdarên DAIŞê li wir derketin û got: “Divê em herêmên Dêrazor, Tebqa û Reqa ji êrişên DAIŞˈê biparêzin. Li hemberî gefên DAIŞˈê li herêmê, hewldanên me bi Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re hene.”
Derbarê rewşa Helebê de jî Ebdî got, HSDê ji bo rizgarkirina sivîlên li gundewarên Helebê korîdoreke mirovî vekir û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî beşeke mezin a niştecihan ji Til Rifet û Şehbayê derxistin.
Derbarê taxên Kurdan ên li Helebê de jî Ebdî diyar kir, nêzî 250 hezar kes li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hene û di xetere û dorpêçê de ne û got: “Hêzên me yên xwecih ên ji xelkê taxê li wir hene û xelkê diparêzin.”
Got jî: “Em dixwazin pirsgirêka taxên Kurdan ên li Helebê bi rêya diyalogan çareser bikin, bi awayekî ku xelkê me li wir bimîne û nasnameya xwe ya kurdî biparêze û cihê xwe li Heleba nû de bigire.”
Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn jî, wan danûstandin bi Heyet Tehrîr El-Şamê re derbarê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de kirine û tekez kir: “Heya niha ti pevçûn di navbera hêzên me û Heyet Tehrîr El-Şamê de çênebûne.”
Ebdî bal kişand ser gefên Tirkiyeyê li ser Minbicê û herêmê bi giştî û got: “Li hemberî van gef û êrişan ev 4 sal in me tedbîrên xwe girtine. Hêza me ya parastinê têrê dike. Erkê me parastina herêmê me. Em dixwazin bi rêya diyalogan pirsgirêkan bi Tirkiyeyê re çareser bikin. Hewldanên Rûsya û Hevpeymaniya Navdelwetî jî di vî warî de hene.”
Fermandarê Giştî yên HSDˈê diyar kir, pêşhatên dawîn ên li Sûriyeyê, çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara navdewletî ya (2254) pêwîst dike.