Urdin bang li welatiyên xwe dike: Di zûtirîn dem de ji Sûriyeyê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Urdin daxwaz ji welatiyên xwe dike ku ji Sûriyeyê derkevin, piştî ku hêzên çekdarên opozîsyonê hejmarek bajarên mezin kontrol kirin.

Wezareta Derve ya Urdinê şeva borî 6ê Berçile di daxuyaniyekê de got: “Li gor geşedanan û ji bo ewlekariya welatiyan, Wezareta Derve bang li welatiyên Urdinê yên li Sûriyeyê dimînin dike ku di zûtirîn dem de ji axa Sûriyeyê derkevin.”

Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve Sufyan El-Qudah diyar kir jî, şaneyeke krîzê ya niştimanî ji hemû saziyên pêwendîdar hatiye avakirin, ji bo kar li ser derxistina welatiyên Urdinî ji Sûriyê û bang li wan kir jî ku pir hişyar bin.

Ev yek piştî wê tê, Urdinê duhî biryar da ku tekane dergehê sînorî yê bi Sûriyeyê re “Cabir” ji ber “şertên ewlehiyê” li welatê cîran bigire.

Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazin El-Faraya got: Dê destûr were dayîn ku Urdinî û kamyonên Urdinî vegerin, lê çûnûhatina xelkê hatiye qedexekirin.

Urdin dibêje, ji destpêka şer û pevçûnên li Sûriyeyê ve, pêşwazî li zêdetirî 1.3 milyon koçberên Sûrî kiriye û li gorî Neteweyên Yekgirtî, nêzîkî 680 hezar koçberên Sûrî li Urdinê tomarkirî ne.