Rêjîma Beşar Esed li Şamê têk diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên rejîma Sûriyeyê piştî ku ji navenda bajarê Humsê vekişiyan, di nava Şamê, Paytext de hilweşiyan.

Jêderên xwecihî ji Şamê tekez dikin, hêzên rêjîmê Beşar Esed û dezgehên ewlekarî îro 8-12-2024an ji çend baregehan li hundirê Şamê vekişiyan û dengê guleyan ji nava bajêr bilind dibin.

Rêberê Heyet Tehrîr El-Şam Ehmed El-Şeraa (Ebû Mihemed El-Colanî) ku pêşengiya êrîşa berfireh a grûpên çekdar li Sûriyeyê dike, îro bang li çekdarên xwe kir ku nêzîkî saziyên giştî nebin û tekez kir ku ew ê di bin çavdêriya serokwezîrê berê Mihemed Xazî El-Celalî de bimînin heta ku ew “bi awayekî fermî werin radestkirin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî El-Celalî got, ew ê li malê bimîne û ew amade ye ku piştgiriyê bide domandina birêvebirina karûbarên dewletê.

Efserekî Sûrî ji “Reuters” re got, Fermandarîya Artêşa Sûriyeyê efser agahdar kirine ku desthilata Serok Beşar El Esed bi dawî bûye, piştî êrîşaji aliyê komên çekdar ve.

Derbarê çarenivîsa Beşar Esed de jî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Esed bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Şamê ji Sûriyeyê derket, berî ku artêş û hêzên ewlehiyê ji firokxaneyê vekişin.