Mezlûm Ebdî: Em di demeke dîrokî de dijîn
![](https://d2wqffb2bc8st5.cloudfront.net/images/1733640682_kurdistan24.jpg)
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dibêje: “Em li Sûriyeyê di demeke dîrokî de dijîn ku em rûxandina rêjîma zordar li Şamê dibînin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro 8ê Berçile peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir û got: ““Em li Sûriyeyê di demeke dîrokî de dijîn ku em rûxandina rêjîma zordar li Şamê dibînin. Ev guhertin derfetek e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha demokrasî û dadperweriyê ku mafên hemû gelê Sûriyeyê misoger bike.”
Ev peyama Mezlûm Ebdî di demekê de ye, îro grûpên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.
Grûpên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê got: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 8-12-2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”
Herwiha got jî: “Di Sûriyeya nû de, her kes dê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyeyiyek tê de xwedî rûmet e û dê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin.”