Trump: Esed reviya û Rûsyayê jî pişta xwe da wî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump dibêje: “Beşar Esed reviya û Rûsyayê jî pişta xwe da wî.” Herwiha got: “Rûsya û Îran niha di rewşeke lawaz de ne.”

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump îro 8ê Berçile li ser tora civakî “Trace” peyamek li ser rûxandina rêjîma Beşar Esed belav kir.

Trump got: "Esed nema, ji welatê xwe reviyaye. Parêzerê wî Rûsya bi serokatiya Vladîmîr Pûtîn êdî giringî neda parastina wî.”

Herwiha got: “ Tu sedem tunebû ku Rûsya li wir be. Wan hemû berjewendiyên xwe li Sûriyeyê jidest dan bi sedema Ukraynayê, ku nêzîkî 600 hezar leşkerên Rûsî di şerekî ku qet nediviya dest pê bikira de, birîndar bûn û hatin kuştin.”

Trump got: “Rûsya û Îran niha di rewşeke lawaz de ne, yek ji ber Ukrayna û aboriya xirab, ya din ji ber Îsraîl û serkeftinên wê yên di şer de.”

Ev peyama Trump di demekê de ye, îro grûpên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.

Grûpên çekdarên opozisyonê di daxuyaniyekê got: “Piştî 50 salî ji zilm û zordariya di bin desthilata Beis de û 13 salan ji tawan, zulm û koçberî û piştî têkoşînek dirêj û rûbirûbûna bi her cure hêzên dagirker re, em îro 8-12-2024an dawiya vê serdema tarî û destpêka serdemek nû ji bo Sûriyeyê radigihînin.”

Herwiha got jî: “Di Sûriyeya nû de, her kes dê di nav aştiyê de bi hev re bijî, dadmendî serdest e û dadwerî pêk tê, ku her Sûriyeyiyek tê de xwedî rûmet e û dê bê parastin. Em rûpela paşeroja tarî diqulibînin û asoyeke nû ji pêşerojê re vedikin.”