Hakan Fîdan: Ez dizanim Beşar Esed li kû ye lê nikarim bibêjim
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, ew dizanin Beşar Esed li ku ye, lê nikare cihê wî aşkere bikin.
Hakan Fîdan îro 8ê Berçile li Dohayê di konferanseke rojnamevanî de got: “Ez nikarim behsa cihê Beşar Esed bikim. Ez dizanim ku ew li derekî derveyî Sûriyeyê ye, lê ez nikarim bibêjim.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got jî: “Vê sibê Sûriye gihişt qonaxeke nû û xelkê Sûriyeyê dê siberoja welatê xwe ava bikin. Civaka navdewletî jî pêwîst e piştevanî bide. Tirkiye giringiyeke mezin dide yekîtiya neteweyî, aramî, serweriya siyasî û yekparçeyî Sûriyeyê.”
Da zanîn jî: “Bi vê yekê re, milyonan Sûriyên ku bi zorê koçber bûne dikarin vegerin malên xwe. Hikûmeta nû divê bi awayekî rêkûpêk û li ser pîvanan were pêkanîn. Divê tolvekirin nebe. Dema yekîtî û jinûveavakirina welat e.”
Hakan Fîdan got: “Em ev qonaxa veguhêz ji nêz ve dişopinin û em dixwazin bawer bin ku PKK û DAIŞ nikaribin ji rewşê sûd werbigirin. Çi Kiristiyan û Musliman, çi Ereb û Kurd divê li hemberî hemû pêkhateyan, nêzîkatiyeke wekhev hebe.”