Helîkoptereke serbazî li Tirkiyeyê keft
Navenda Nûçeyan (K24) - Helîkoptereke serbazî ya artêşa Tirkiyeyê keft û pênc kes di wê rûdanê de mirin.
Îro (Duşem, 09.12.2024) li sinorê parêzgeha Îspartayê ya Tirkiyeyê, Helîkoptereke serbazî ya artêşa Tirkiyeyê keft û di encamê de pênc swarên wê mirin û birîna yekê din jî giran e.
Ew rûdan li nêzî westgeheke sotemeniyê çê bûye û tîmên vemirandina agirî û hawarhatinê yekser çûne wî cihî.
Sedema keftina wê helîkopterê heta niha diyar nîne û lêkolînan dest pê kiriye.