Şam lêborîneke giştî ji bo hemû leşkerên di bin xizmeta neçarî de ne radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Operasyonên Leşkerî lêborîna giştî ji bo hemû leşkerên “leşkeriya neçarî” derdixe û êrîşkirina li ser wan qedexe dike.

Fermandariya Operasyonên Leşkerî îro 9ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand: “Fermandariya Operasyonên Leşkerî ji bo hemû leşkerên ku di bin xizmeta neçarî de ne, lêborîneke giştî radigihîne û êrîşkirina li ser wan jî qedexe ye.”

Rojnameya “El-Thewra” ji zarê Fermandariya Operasyonên Leşkerî belav: “Hêzên me hema hema kontrolkirina Şama Paytext û parastina milkên giştî bidawî kiriye û hikûmeta nû piştî ku were avakirin, dê dest bi karê xwe bike.”

Her di vê derbarê de, Ehmed El-Şeraa (Rêberê Heyet Tehrîr El-Şam) îro Mihemed El-Beşîr ji bo avakirina hikûmeta veguhêz li Sûriyeyê erkdar kir.

Aliyên opozisyona Sûriyeyê duhî 8ê Berçile di daxuyaniyeke kurt de ku li ser televizyona dewletê hat weşandin, “rizgarkirina bajarê Şamê û rûxandina rêjîma Beşar Esed” ragihand, piştî ku hêzên wan ên çekdar derbasî Şamê bûn.