Mesrûr Barzanî: Em dixwazin di warê pêşxistina aborî de feydeyî ji ezmûna Behreynê werbigirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Herêma Kurdistanê dixwaze feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Behreynê di warê pêşxistina aborî de werbigire.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 10.12.2024) li Koçka Safiriyeyê li Menameya paytecta Behreynê bi Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe re civiya.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa wê hevdîtinê de li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Ez bi dilgermî û mêvandariya rêzdar Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe dilxweş bûm, herwesa aborê Behreynê di 20 salên borî de gelek pêş keftiye.”
Mesrûr Barzanî herwesa gotiye, “Min ji rêzdar Şah Hemed re ron kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze feydeyî ji ezmûna serkeftî ya Behreynê di warê pêşxistina aborî de werbigire.”