Tirkiye bizavê dike penaberên Sûriyeyî vegerîne welatê wan

Navenda Nûçeyan (K24) - Tirkiye li pey vedîtina çareyekê ye ku penaberên Sûriyeyî vegerîne welatê wan. Serokkomrê Tirkiyeyê dibêje, “Amadekariyên temam ji bo vegerandina wan tên kirin.” Opozisyon jî rexneyê li wê yekê digire ku “pilaneke ron ji bo vegerandina wan nîne.”

Bi nemana Rijêma Beşar Esed û Partiya Beisê li Sûriyeyê re, Tirkiye dixwaze penaberên wî welatî bi awayekî xwebexş û bi rêzdarî vegerîne ser mal û halên wan, lê awayê vegerandina wan û paşeroja yên ku nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye nediyar e.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di wî warî de ragehand, “Bi seqamgiriya rewşa siyasî ya Sûriyeyê re, vegeriyana penaberan bi awayê xwebexş û bi rêzdarî zêdetir dibe. Bi nerîna min, hizreta 13 salî ya birayên me yên Sûriyeyî ji bo welatê wan hêdî hêdî bidawî tê, serdemek temam bûye û serdemeke din li Sûriyeyê dest pê kiriye.”

Li beranberî wê yekê jî, serokê mezintirîn partiya opozisyona Tirkiyeyê Ozgur Ozel li perlemanê ragehand, “Divê pilaneke tevgir ji bo vegerandina xelkê Sûriyeyê bê amadekirin. Îro penaber li meydanekê xweşî û şahiya xwe diyar dikin. Eger ev diyarkirin ji bo vegeriyana wan be, bê goman em jî amade ne tevlî wê bibin. Pirsyara herî serekî ev e; gelo penaberên Sûriyeyî çawa ji bo welatê wan bên vegerandin?”

Piraniya penaberên Sûriyeyî li Tirkiyeyê ne ku hejmara wan du milyon û 935 hezar û 742 kes e û 238 hezar û 768 ji wan nasnameya Tirkiyeyî wergirtiye. Berî keftina Beşar Esed, îsal 114 hezar û 83 kes vegeriyane welatê xwe. Tevî vekirina deriyê sinorî yê Yaylîdaxê ji bo vegerandina penaberan, nayê zanîn ka çend heza wan li ser vegeriyanê heye û gelo ew cihên ew vedigerinê ji bo jiyanê û manê guncayî ne an na.”

 
Fly Erbil Advertisment