Hejmareke heşargehên DAIŞê li çiyayê Hemrînê hat armanckirin

Çiyayê Hemrînî
Çiyayê Hemrînî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ragehand, “Hêza asmanî ya Îraqê 8 heşargehên teroristên DAIŞê li çiyayê Hemrînî li başûrê Kerkûkê kirin armanc.”

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê îro (Pêncşem, 12.12.2024) di ragehandinekê de amaje da, li dû zanyarên dezgeh û fermangehên Hewalgiriya Îraqê, kariye çend heşargehên teroristên DAIŞê li çiyayê Hemrînî li başûrê Kerkûkê destnîşan bikin.

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Hêza asmanî ya Îraqê 8 heşargehên wan teroristên li çiyayê Hemrînî bombebaran kirin.” Amaje jî da ku, berdewam li pey şaneyên nivistî yên DAIŞê digerin û wan dikin armanc.

Ev jî di demekê de ye ku hêza asmanî ya Îraqê duhî (Çarşem, 11.12.2024) bi rêya bikaranîna balafira F16 mefrezeyeke terorsitan li newala Şayê li Kerkûkê kir armanc.

Ew êrîş bû sedema pûçkirina çend çek û keresteyên serbazî, ku li ber destê wê mefrezeyê bûn.

Fly Erbil Advertisment