Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta cejna rojiyên Êzî pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvî dike ku ew cejn ji bo Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bibe destpêkeke nû ya tenahî û bexteweriyê.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 19.12.2024) peyameke pîrozkirinê arasteyî Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir û tê de cejna rojiyên Êzî li wan pîroz kir û got, “em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhatyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê dikin.”

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta cejna rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyeke germ li xûşik û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim, ez hîvîdar im ev cejn ji bo aramî û bexteweriya tevaya xûşik û birayên Êzidî bibe destpêkeke nû. Her bi vê helkefta pîroz, em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê de dikin. Cejna hewe pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin.

 

Mesûd Barzanî

19ê Kanûna Yekê ya 2024ê

 
Fly Erbil Advertisment