Sûdanî: Me karî metirsiyan ji Îraqê dûr bixin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê radigehîne, “Divê destkeftiyên ewlehî bên parastin.” Tekezê li ser wê yekê jî dike ku, wan kariye metirsiyan ji Îraqê dûr bixin.
Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 22.12.2024) serokatiya civîna Dezgeha Ewlehî û Serbazî ya Parêzgeha Neynawayê kir.
Mihemed Şiya Sûdanî di wê civînê de ragehand, “Bila em çavên xwe li ser çi rûdanekê negirin ku, bandor li ser seqamgiriya parêzgeha Neynawayê û Îraqê hebe.” Herwesa tekez li ser pêdivîtiya parastina destkeftiyên ewlehî jî kir.
Navbirî got, “Îraqiyan qurbanî ji bo destkeftiyan dane.” Herwesa got, “Me karî metirsiyên ewlehî li ser welêt nehêlin, xasma qebxwazî û metirsiya ji ber rûdanên Sûriyeyê, ku dever di çend heftiyên borî de şahid bû.”