Goreke bikom a Kurdên Enfalkirî li Semaweyê hat dîtin

Goreke bikom a Kurdên Enfalkirî li Semaweyê hat dîtin
Goreke bikom a Kurdên Enfalkirî li Semaweyê hat dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Til Şeyxeyê li biyabanên Semaweyê goreke bikom hat dîtin, ku rufatên tê de Kurd in û yek ji wan 23 gorên bikom e yên ku li biyabanên Semaweyê hatine dîtin.

Parêzgerê Musenayê Muhened Elîtabî di konferanseke rojnamevanî de wesfa wan hovîtî û dîmenên trajedîk ên di nav wê gora bikom de kir û got, “Dîmen gelek trajedîk in. Kuloxkê zaroyekî bi qasî destê min, keçikeke zaro ku xwedîkek di destê wê de ye û her roj temaşeyî xweşiktiya xwe ya têkelî xweşiktiya Kurdistanê kiriye, danemirek ku hin derman pê re ne ku mimkin e nexweşiyeke demdirêj hebûbe, zaroyekî biçûk ku qelemtiraşkek di destê wî de ye û jinek ku cizdankek û hin derhem pê re ne nîşanên hovîtiya zêde ya Beisiyan li kûrahiya biyabanê ne.”

Hestiyên 150 jin û zaroyên Kurd di wê gora bikom de ne, ku berî veşartina wan hatine gulebarankirin. Tîmeke teknîkî li ser dîtin û derxistina wan kar dike, jerwesa daxwazê ji Hikûmeta Federalî dike ku ji aliyê madî û lojistî ve alîkariya wan bike.

Birêveberê Şehîdan ê Musenayê Dr. Ela Şemerî ji K24ê re ragehand, “Hejmareke zêde ya rufatan di wê gora bikom de ye, di nav wan de jin û zaro û pîr û ciwan hene. Ev jî şahidekî din ê hovîtiya Rijêma Beis a nemayî ye. Tîmên me ji bo dîtina wan goran berdewam kar dikin, lê divê hikûmet ji aliyê madî û lojistî ve ji bo dîtin û derxistina gorên bikom alîkariya me bike.”

Serokê Tîma Teknîkî ya Vekirin û Pişkinîna Gorên Bikom Zirxam Kamil Ebdilmecîd ji K24ê re got, “Ev heftiyek e ku tîmên me yên taybet ji Dezgeha Şehîdan û Fermangeha Gorên Bikom û Pizişkiya Dad a Bexdayê dest bi vekirina yek ji gorên bikom kiriye, ku li parêzgeha Semaweyê hatiye dîtin.”

Zirxam Kamil Ebdilmecîd herwesa got, “Niha rufatên wan derkeftine û paştir tên hilgirtin û li Bexdayê mînakên wan ji bo nasîna kesûkarên wan tên wergirtin. Tiştê ku heta niha em jê piştrast bûne, di wê gora bikom de jin û zarok hene û ji neteweya Kurd in û di piroseya Enfalê de li salên 1980an ji aliyê rijêmê ve bi kom hatine kuştin.”

Heta niha 23 gorên bikom ên girêdayî Kurdan li biyabanên parêzgeha Semaweyê hatine dîtin û 16 ji wan hatine vekirin. Tevî mezinî û hovîtiya wan tawanan di derheqa gelê Kurd û daxwaziyên berdewam ji bo qerebûkirina kesûkarên wan, Hikûmeta Bexdayê - ku wekî mîratgira rijêma berê tê hesibandin - hêşta çi pêngav ji bo dermankirina pareke kêm ji wê birîna mezin neavêtine.

 
Fly Erbil Advertisment