Li Enqereyê Bazara Sersalê ya keda destên jinan hate lidarxistin

Enqere (K24) – Li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna sersalê re, çalakiyên curbicûr tên lidarxistin. Li Enqereyê jî ji aliyê şaredariya Çankayayê ve Bazara Sersalê ya Keda Destên Jinan hate lidarxistin. Di vê bazara rengîn de jinên kedkar kelûpelên diyariyê û berhemên bo sersalê didin pêşandan û difiroşin.

Ji aliyekî ve bi nêzîkbûna sersalê re wekî hemû bajaran li Enqerê jî kolan, dikan û cihên karan ji bo pêşwazîkirina sala nû hatine xemilandin ku dîmenên rengîn derdixin holê. Ji aliyekî din ve jî Şaredariya Navçeya Çankayaya Enqerê jî bo piştgiriya jinan “Bazara Sersalê ya Keda Destên Jinan” hate lidarxistin.

Di vê bazara ku ji zêdeyî 50 standan pêk hat de jinên kedkar kelûpelên diyariyê, berhemên bo sersalê gelek amûrên cûrbicûr ku li malên xwe çêdikin didin pêşandan û difiroşin. 

Xwediya Standê Hamîyet Dogru: “Hem di warê tenduristî û hem jî di warê aboriyê de alîkariya vî karî bo min heye. Ez pitikan, xişran, xemilandina çanteyan û şiwqeyan çêdikim. Bi dahata van jî debara xwe ya malê dikim. Bazarên wiha bo me gelekî baş in.”

Di vê bazara rengîn de xwendekareke zanîngehê jî heye ku temenê wê li gor hevalên wê yên vê bazarê biçûk e û ew jî li ber standa xwe berhemên ku hilberîna wan dike difiroşe.

Xwediya Standê Ela Toku: “Ev 5 sal in vî karî dikim û hewlên şaredariya Çankayayê ya bo piştgiriya keda destên jinan gelekî bi watedar dibînim. Ya xwendekar û temenê wê biçûk tenê ez im. Helbet alîkariya madî jî bo min çêdibe lê beşa min derûnnasî ye û ji ber vê yekê jî di warê pîşeyî de jî ev bazar ji bo min gelekî bi sûd e.”

Fikriye Ekmekçiya ku 25 salan bi hûnera resmê re mijûl e û demekê di Wezareta Çand û Geşûguzariyê ya Tirkiyeyê de jî xebitiyê niha çante, cizdan û gelek berhemên ku ji çerm çêkirine dide pêşandan.

Xwediya Standê Fikriye Ekmekçi: “Ev taybetî ji eyarê ango çermê golikan hatiye çêkirin û bi rêya deqan min nexşandiye. Ev jî çermê bi don e. Ji ber ku weke çermê daholê zirav e û dema şil dibe zû tê nexşandin ez dikarim bi her awayî tiştên ku li cem tu kesan tune ne jê çêbikim. Berhemên min jî ji bo ku ez bi kêfxweşî çêdikim her roj zêde dibin.”

Herwiha bi saya kursên pişeyî yên şaredariyan jin hem wê fersendê dibînin ku rengîniya keda destên xwe nîşan bidin û hem jî ew ji bilî karên malê û bermaliyê bibin xwedî pîşe û alîkariyekê bo debara mala xwe bikin.

 
Fly Erbil Advertisment