Baroya Diyarbekirê bo sizadana Newzad Bextiyar dosyeyê dibe Dadgeha Îstînafê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Diyarbekirê li ser dosya kuştina Narîna 8 salî biryara da. Baroya Diyarbekirê bo sizadana Newzad Bextiyar dosyeyê dibe Dadgeha Îstînafê.

Qonaxa yekem a doza Narînê gihişt encamê. Heştemîn Dadgeha Sizaya Giran ya Diyarbekirê, bi tometa kuştineke hevbeş biryara sizaya hetahetê ya giran dayik Yuksel Guran, bira Enes Guran û mamê Narînê Salîm Guran da.

Dadgehê her wiha bi tometa veşartin û reşkirina delîlan, sizaya çar sal û şeş mehan li Newzad Bextiyar birî.

Baroya Diyarbekirê ku di proseya dozê de û li Dadgehê bi awayekî çalak cih girtibû ragihand, biryar di warê sizadana her sê kesan de, di cih de ye, lê ew di wê baweriyê de ne ku diviyabû Newzad Bextiyar jî wek ewên din were sizadan. Ji ber vê, bi armanca hilweşandina biryarê ewê dozê bibin dadgeha Îstînafê. 

 
Fly Erbil Advertisment