Helbestvan Kubar Hawar berhemeke nû bi navê “Sîmirbazî” çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd Kubar Hawar ku pêştir bi navê Sîmaf Efrînê berhemên xwe çap dikirin, berhemeke nû bi navê “Sîmirbazî” çap kir.

Pirtûka Sîmirbazî, berhema Kubar Hawar a sêyemîn e. Rûpelsazî û berga pirtûkê, ji aliyê Selahedîn Yûsiv ve hat amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Şilêr ve hatiye çapkirin.

Helbestvan Kubar Hawar li ser vê berhema xwe ya nû ji K24ê re got: “Ev berhema nû ji 131 rûpelan û 32 helbestan pêk tê. Çûreyên helbestan: evînî, neteweyî, stranî, çîrokî, nameyî û bangînî ne.”

Helbestvan Kubar Hawar ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2011an ve dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê Kurdî kiriye û çend sal in li Almanyayê dimîne.

 

Sîmirbazî

Li zevî û avahiyên Zeytûnî

bibe teyrê Sîmir

 

Ji xaliya termên şehîdan

ava bike bajarên pir

 

Evîna welat ji dilê zarokên sêwî

bi girnjînan bigir

 

An weke evîndarên biyan

dûrî welat bê yar bimir

 

Bi zanistê heft newlên bin çiya

ji çiyayan bikir

 

Li hundir û derveyî sînor

azad azad bifir

 

Navbera du piran lehiyên xwînî

dixulxule qet ne vir

 

Nêrgizên Kurdaxê binax kirin

bê bêr û tevir

 

Mirina bêdeng dinalîne ji şewatê

ne lêdana bivir

 

Rewşhewaya gundan tehl e

li bedenan dibe kevir

 

Xalxalok xemgirtî ne, nayê

vedenga awazên çir û çir

 

Zeviyên xizêmokên peldar

bêdeng nivîstî û xurexur

 

Zikreşiya dagîrkiriyê bi ziman

pispis dike pir û pir

 

Ta li ser sergoyên me dikin

şer û mer, qir û cir

 

Kê got Efrîna rengîn keça rokê

bê tîrêj dimîne û dimir

 

Herikîna xunava pelgulan,

şerbet, hinguv û şekir