Qeter geştên xwe yên asmanî bo Şamê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Bicihanînê yê Hêla Balafirvaniyê ya Qeterê ragehand, “Piştî 13 salan, ev cara yekê ye em dest bi geştên xwe dikin.”

Birêveberê Bicihanînê yê Hêla Balafirvaniyê ya Qeterê Mihemed Mîr îro (Pêncşem, 02.01.2025) ragehand, “Roja Sêşemê anku 7ê vê mehê, piştî 13 salan, em dîsa dest bi geştên xwe yên Şamê dikin.”

Mihemed Mîr herwesa dilxweşiya xwe ji bo dubare destpêkirina geştên asmanî yên Şamê diyar kir û got, “Di her heftiyekê de sê geşt dê ji bo wî welatî hebin.”

Navbirî amaje jî da, “Em bi desthilata nû ya Sûriyeyê re di danûstandinan de ne, ji bo piştrastbûna ji silametî û ewlehiya geştên xwe ji bo Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê.”

Ev di demekê de ye ku heftiya borî piştî Tirkiyeyê, Qeterê jî amadebûna xwe ji bo vekirina balyozxaneya xwe li Şamê diyar kir.

Li sala 2012ê, ji ber neseqamgiriya ewlehiya asmanî ya Sûriyeyê û parastina jiyana geştyaran û tîmên balafrivaniyê, Hêla Balafirvaniyê ya Qeterê geştên xwe ji bo Şamê rawestandin.

Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê ji roa 25.12.2024ê heta 01.01.2025ê tevaya geştên xwe yên asmanî rawestandin, tenê rê da wan geştan ên ku destûriyên taybet ji desthilata balafirvaniya sivîl wergirtine û şandên taybet ji bo Sûriyeyê vediguhêzin.

 
Fly Erbil Advertisment