Sûdanî: Me Iraq ji şer dûr xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dibêje: “Di mehên dawî de, me hewildanên mezin kirin da ku nehêlin Iraq bibe qada şer û nakokiyên herêmî.”
Sûdanî îro 4ê Çile di merasîma Roja Şehîdên Iraqê li Bexdayê ragihand, “Hin aliyan hewl dan Iraqê jî tevlî guhertinên Sûriyeyê bikin û behsa guhertina sîstema siyasî kirin, lê ti dewlet û aliyek nikare guhertinên siyasî û ewlehiyê li ser me ferz bike.”
Sûdanî got jî: “Di çend mehên borî da, bi şêwirîna welatên dost, me gelek kar kir ku şer ji iraqê dûr bikeve û welat nebe meydana çareserkirina kêşeyên herêmê.”
Serokwezîrê Iraqê herwiha got: “Li ser asta navdewletî me pêwendiyên Iraqê bi welatan re li ser bingeheke dîplomatîk ava kirine.”
Sûdanî di çend mehên borî de, çendîn peyam ji hejmarek ji aliyên çekdar re şandibû, ku beşek ji wan bi navê "Mihwerê Berxwedanê" xwe didin nasîn, Sûdanî daxwaz ji wan kiribû ku rewşê gur nekin û ji bo piştgiriya Xezzeyê û Hizbullaha Libnanî, Iraqê xwe nekşînin nav şerekî bi Îsraîlê re.