Firokxaneya Şamê ji Sêşemê ve geştên navdewletî werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji 7ê vê mehê ve, geştên asmanî di navbera Sûriye û welatên cîhanê de dest pê dikin.

Serokê Desteya Firokevanî û Veguhestina Asmanî yê Sûriyeyê Eşhed Silêbî ragihand, firokexaneyên Şam û Helebê yên navdewletî di qunaxa nûjenkirinê de ne, ji bo pêşwazîkirina li geştan ji seranserî cîhanê. 

Eşhed Silêbî got jî, ji 7ê mehê ve ewê dest bi pêşwazîkirina li geştên asmanî ji seranserî welatên cîhanê bikin.

Pêştir jî, Silêbî ragihandibû ku hevahengî li gel Qeter û Tirkiyeyê ji bo karkirina firokexaneyê bi temamî heye û diyar kir ku şandeke Qeterî serdana Sûriyeyê kir, gereke pişkinînê li firokexaneya Şamê kir û hin têbîniyên teknîkî pêşkêş kirin.

Berî du hefteyan, firokeyeke testê ya navxweyî ji Firokexaneya Şamê ber bi firokexaneya Helebê ve hatibû destpêkirin, ku yekem geşta asmanî piştî rûxandina rêjîma Esed bû.

Piştî çend rojan, firokeyên welatên Ereban yên wekî Qeter, Erebistana Siûdî, Lîbya û Misrê ku alîkariyên mirovî hilgirtibûn, dest bi daketinê li Firokxaneya Navdewletî ya Şamê kirin.

Herwiha duh Înê jî, firokeyeke leşkerî ya Almanyayê ku Wezîra Derve Annalena Baerbock tê de bû, li Firokexaneya Şamê daketibû.

 
 
Fly Erbil Advertisment