Rojên Danasîna Diyarbekirê li Stenbolê birêve çû
Stenbol (K24) – Xelkê Diyarbekirê yên li Stenbolê ev du roj in gelek keyfxweş in. Lewra hemû xwarin û xorakên diyar ên Diyarbekirê di çalakiyeka danasînê de bo wan hatiye pêşkêşkirin. Diyarbekriyên Stenbolê ku nikarin berhemên xomalî li Stenbolê bidest bixin diçine cihê wê çalakiyê bi dilê xwe tişt dikirinû xerîbiya bajarê xwe jibîr dikin.
Hejmareke zêde siyasetmedar, saziyên sivîl û kesayetên diyar di rêûresma danasînê de amade bûn û di gotarên xwe de behsa parastina çandên li Tirkiyeyê û aşitî û dostaniya civakî kirin.
Ji cîger, lehmecûn, ûr û rovî, kûtilk û heta qelî, dims, hingiv û penîr sedan xwarinên diyar ên Diyarbekirê ji welatiyan re hatin pêşkêşkirin.
Firoşyarê Penîr Mihemed Emîn Sevîcî: “Keremke ev e penîrê me yê herî diyar e. Em qelî tînîn. Ev e qeliya Diyarbekirê ye. Ev e hingiva Çêwlikê ye, ev birinca Qerecdaxê ye. Em daku bigihijin xelkê xwe tên vir. Daku xelkê me yê Stenbolê xeribiya bajarê xwe jibîr bikin. Em zêdetir ji firotinê berhemên xwe pêşkêşî xelkê dikin.”
Xelkê Diyarbekirê jî gelek keyfxweşbûn ku bo demeka kurt xeribiya bajarê xwe jibîr bikin. Hinek ji wan wisa hestpê kiribûn wekî ku li Diyarbekirê bin.
Welatî: Gelek xweş e, gelek xweş derbas dibe. Wekî ku ez li Diyarbekirê bim. Penîr, sicûx hemî tiştên Diyarbekirê li vir hene. Ez zêde nikarim herim Diyarbekirê lê wisa diyar e, Diyarbekir hatiye vir. Ev çalakî gelek girîng e. Ji ber ku divê berhemên Diyarbekirê ne tenê bi Stenbolê divê bi cîhanê werin nasandin.
Welatî: Em ji bo Amedê hatine. Her tiştê Amedê liv ir heye. Ji dolmê hişkirî heta penîr û hingiv û sicûx her tişt heye. Keyfa min gelek hatiye û hema navê Amedê jî bes bo keyfa min.
Welatî: Em ji bo xwarina Amedê ku keyfa me jêre tê hatine vir. Em welatê xwe gelek hez dikin. Em xwarinên bajarê xwe gelek hez dikin. Em li vir li xeribiyê ne. Herwiha Stenbol bajarek biha û zehmet e. Dema van tiştên Diyarbekirê li vir dibînin gelek keyfa me tê. Em ji xwe re dikirin û diçin mala xwe.”