Sûdanî: Erkê hemiyan e rêzê li destûrî bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî radigehîne ku, Îraq ji sinorê agirî dûr kiriye, tevî wê yekê ku hêzên wan amade ne ku bersiva her êrîşeke ji her aliyekî ve be bidin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 05.01.2025) Di merasîmên bîranîna kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis de li Bexdayê ragehand, “Hêzên Îraqê amade ne ku bersiva her êrîşeke ji her aliyekî ve be bidin.” Herwesa got, “Erkê hemiyan e sîstema demokrasiyê biparêzin û rêzê li destûrî bigirin.”

Sûdanî amaje jî da ku, kar li ser vegerandina serweriya Îraqê û bidawîanîna erkê Hevpeymanan kiriye, ku di rojên şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Îraqiyan kiriye. Bal kêşa ser wê yekê jî ku, awayê peywedniyên dualî yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re di gelek waran de guheriye, tenê di mijara ewlehiyê de asê nekiriye. Herwesa got, “Me berjewendiyên Îraqê bi wan welatan re li serê danûstandinên xwe danane.”

Navbirî tekez jî kir, “Erkê hemiyan e sîstema demokrasiyê biparêzin û rêzê li destûrî bigirin.” Herwesa got, “Hikûmetê karî Îraqê ji berfirehbûna agirê deverê rizgar bike, ku mimkin bû piştî Xeze û Libnanê berfirehtir bûba.”

Serokwezîrê Îraqê bal kêşa ser wê yekê jî ku, guhertinên Sûriyeyê bandor li ser niha û paşeroja deverê hene. Herwesa got, “Pêdivîtiya  wê bi piştevaniyê heye, ji bo dabînkirina aramiyê.” Herwesa got, “Em piştevaniya peydakirina hikûmeteke berfireh li Sûriyeya nû dikin ku rêzê li tevaya pêkhateyan bigire.” Amaje jî da, “Nabe ku çi aliyek desttêwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de bike.”